Damezrêner û rêveberê berê ya Kurd-Kavê , welatperwerê kurd Behlul YAVUZ ji nav me bar kir.
Behlul Yavuz di sala 1955an de li Çêrmika Diyarbekirê hatiye dinê. Hemu astên xwendina xwe li Diyarbekir qedandiyê û li Enstituya Perwerdeyê ya Diyarbekir perwerda mamostetiya edebiyatê buye. Dîsa demekê kurt li Diyarbekir mamostetiya edebiyatê kiriye. Di cuwaniya xwe se dest bi kar û xebatên civakî û siyasî kiriye, di gelek ast û cihan de karên rêxistinî û çalakiyên siyasî pêk aniye. Piştê darbeya eskeri ya 12yê îlona 1980yî tête girtin û demek dirêj li girtîgeha Diyarbekirê ko bi eşkenceyên giran navûbang e maye.
Piştê ji girtîgehê derdikeve carek din di nava çalakiyên sîvîl û siyasî de cihê xwe digire.
Dilê Behlul Yavuzî her dem bi xelkê kurd re buye.
Bevê sê zarok û karsazekî serketî bu.
Dost û hevalên wî bi koçkirina wî ya bêwext gelek xemgînin.
Wek Kurd-Kav , emê wî ji bir neken û her bi bîr bînin.
Abdurrahim Deli
Serokê Kurd-Kavê