PEYAMA SEROK
KURD-KAV MALA GELÊ KURD E
KURD-KAV yekem rêxistina fermî û yasayî a bakûrê Kurdistanê ye. Piştî tekoşîn û berxwedaneke dûr û dirêj, yekem car di dîroka Komara Türkîyê de rêxistinek Kurdewar, karî bi navê “Kurd” bi biryara dadigeha dewletê damezre û li gor mebest û armancên xwe dest bi xebatê bike. Bi şanazî em dikarin bêjin ku ew rêxistin “Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî”, "KURD-KAV"e.
KURD-KAV, di destpêkê de, ji alîyê desteyek rayedar û welatperwerên Kurd ve hate damezrandin. Di armanc û mebestên weqfê de, xebat ji bo geşkirina ziman, çand û hûnera Kurdî, beralîkirina astengên li ser jîyana civakî a civata Kurd, yarîderîya tendûristî û perwerdekarî û danasîna dîrok û wêjeya Kurd armancên sereke ne. Weqif li ser encamdana van armancan dixebite.
Helbet damezrênerên Weqfê rayedar û sîyasetmedarên Kurd in. Lê ev yek nayê wê wateyê ku weqif jî wek rêxistinek sîyasî kar bike. Bêguman rayedar û siyasetmedar jî gelek bi başî dikarin dezgeyên çand û zman û huner û wêjeyê saz bikin. KURD-KAV gelek bi başî kariye ku hetanî îro li ser xeta xwe a dîyarkirî mayîna xwe biparêz e. Xasyeta here giring a Weqfê ev yek e.
Sedem van armanc û vî terhê xebatê û fereseta weqfê, bêguman KURD-KAV mala gelê Kurd e. Her Kurdekî ku bi dîrok, çand, xasyetên netewî û hêjayiyên netewa Kurd ve girêdayî be, her Kurdek ku xwe dildarê doza azadîya Kurdan hesap bike, ew xweymalê mala gele Kurd e. Lewra, KURD-KAV malê gelê Kurde jî. Yani gelê KURD xwedîyê KURD-KAV’ê ye.
Her ku wisane lazime ku Kurdên welatperwer li mala xwe ango li KURD-KAV’ê xwedî derkevin. Piştevan û piştgirên weqfê bin.Beşdarê xebat û çalakiyen weqfê bin. Me bi tenê nehêlin û yar û yarîderê weqfê bin. Em vê yekê ji miletê Kurd dixwazin. KURD-KAV ya me ye, mala me ye. Em hemû xwedimal in, divê malê de xwişk û bira nin.
KURD-KAV hewceyê arîkarîya rewşenbîr û lêkolîner û pispor û lêzanên Kurd e. Her hunermendeke Kurd, her lêkolîner û dirokzan û nivîskar an hozaneke Kurd dikare bê destur were li avhîya KURD-KAV’ê kare xwe bike, ji imkan û fersendên weqfê îstîfade bike.
Mixabin ku niha bi sedem pandemîya ku hemu cîhanê dagir kirîye, xebatên me yên rûbirû rawesta ne. Heyf ku sedem vê yekê me navberek daye fêrkirina zimanê Kurdi û konferans û panelên li ser dîrok û cıvata Kurdî. Lê, bi her hal me divê ku em rê û olax û şêwazên nu, kar û xebatên xwe bi domînin. Me malperek nû ji bona Weqfê da çêkirin ku ev malper her tim bibe denge xebat û çalakîyên weqfê.
Weqif êdî hemu rojan tê vekirin û berpirseke me her tim li weqfê ye. Di her warî de em amadene ji bo pêşdabirina kar û barên çand û ziman û hûnera Kurdî. Malpera me li hemu Kurdperweran pîroz be.
Em hêvî dikin ku nîviskar û hunermendên me, Weqfê ji berhemên xwe bêpar nehêlin, bi nîvîsên xwe malpera KURD-KAV’ê bixemilînin.
Lî dawî divê ku em bibîr bînin; tekoşer û xebatkarê doza Kurdî,endamê rêveberîya KURD-KAV’ê birêz "Behçet EPÖZDEMİR" heyf û mixabin di meha pîroz a Newrozê de jîyana xwe ji dest da. Em gelek xemgînin. Di demeke kurt û gûncav de emê ji bo Behçet bîranînek li weqfê amade bikin.
Careke din sere Miletê Kurd sax be, ruhşad be Kek Behçet. Ewê her tim li bîra me be.
Bi hêvîya rojên serfiraz û bextewer.Hay ji mala xwe hebin, haydarê KURD-KAV’ê bin.
Digel rêz û silavên birayane.
Abdurrahim DELİ
KURD-KAV / Serokê Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî